Kurmancî here Gulê…

Nivîskar Îrfan Babaoğlu di stûna xwe ya îro de gotarek bi sernavê “ 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be! ” nivîsand.

Abone Ol

Kurmancî here Gulê…

Di salên dawî de, tevî hemû zext û zorê dewletan, hewldanên înkar û asîmîlasyonê, hebûna gelê Kurd û azadî xwestina wê di huner, çand û zimanê wê de wekî çavkaniyên ava ji bin erdê diherikin û dertên rûyê Cîhanê. Niha, stranê ku sernavê vê nivîsê dixemilîne gihîştiye temaşevanek efsanewî. Mirovên ji hemû ziman û çandan, jin û ciwanên ku ji muzîka Kurdî hez dikin vê stranê weke sembolek azadiya xwe xwedî derketin. Herwekî vê sembolê wekî evîn û azadiyê, ax û welat pejirand.

Kurmancî here Gulê…

Ew Kurmancî, ku bi sedsale zilm û zordariyê ve rû bi rû mabû, hatibû qedexe kirin û tune hesibandin. Seranserê welatê ziman ji aliyê van dewletan hatibû dorpêç kirin. Li gel vê yekê xwediyê vî zimanî bedelên bêhempa danîn. Serî de dayikên Kurd û tevahî jinên kurd zimanê xwe parastin û anîn heta van rojan.

Ev strana nû ji aliyê Paix û Luwam ên ji Dêrsimê ve hatiye nivîsandin û muzîk lê hatiye danîn, wekî hişê çêkirî hatiye afirandin. Stran ji aliyê meriveke sanal, bi navê Hîva ve tê gotin. Lê deng û muzîka ji wê derdikeve weke rehê jiyanê li ser mirovan bandorek ava dike.

Çêkerê vê stranê, Paix (Aştî) ji Dêrsimê, bi rûyê xwe yê nixumandî derket pêşberî rojnamevanên ku hevpeyvîn pê re kirin. Wî sedema vê yekê ji heman rojnamevanan re wiha rave kir: "Heta ku Kurd bindest bin û heta ku mirov li çaraliyê cîhanê bindest bin, ez ê rûyê xwe venakim." Li vir, helwestek exlaqî heye ku divê kesên ku aîdî gelên bindest û konolîzekirinin her tim di hişê xwe de bigerînin. Ew pir dilnizm in. Wekî din, Hunermend Paix, şerta vekirina rûyê xwe bi rizgariya Kurd û hemî gelên bindest re girêdayin jî helwestek siyasî ye. Bila wisa be. Ji bo gel û neteweyên bindest û bêmaf, her deng û rengê wan ma ne siyasî ne?..

Ev peyamên siyasî carinan di sê peyvan, weke "jin, jiyan, azadi" de têne derbirîn, carinan di porê jinê de, carinan jî di serkeftina Amedsporê de...

Di salên nodî de, strana "Heke tiştek bi te were, delala min, were çiyayan" jî wekî bangek ji bo nehiştina bêçarebûnê li hember zilma wê serdemê di dîroka berxwedanê de cih girtibû. Niha gelek vebijêrkên gel hene. Li pişt wê dewlemendiya heft zaravayan, pirtûkxaneyên tijî agahî û belgeyên dîrokî û mîrateyek berxwedanê ya nîv sedsalê heye ku îlhama stran û hilberîna wê ya çandî daye.

Strana “Kurmancî here Gulê" di wexteke meha Gulanê de hevdem bû, ku Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Sed sal berê, zimanê Kurdî jî ji aliyê dewletên kolonyal ve rastî pêvajoyeke paşguhkirin û asîmîlekirinê hatibû. Mîr Celadet Bedirxan zimanê Kurdî modernîze kir, qaîdeyên rêzimanî yên ku heta îro hê jî derbasdar in, danîn. Bi baweriya ku ziman dikare bi tîpên latînî çêtirîn pêş bikeve, wî hewl da ku nivîsandina bi latînî pêş bixe û teşwîq bike. Kovara yekem a Kurdî ku wî weşand, Hawar, mînakên nivîsandin û gotarên li gorî van qaîdeyan pêşkêş kir.

Heta îro jî, zimanê Kurdî qedexe ye. Heta di serdema zanist û teknolojiya pêşketî de jî, dewletên dijminê gelê Kurd her siyasetek gengaz di rojeva xwe de digirin da ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê. Heta tabelayek bi Kurdî, stranek bi Kurdî, duayek bi Kurdî, an jî xwendina ayetek olî bi Kurdî bi qedexeyan re rû bi rû dimînin.

Li dijî van polîtîkayên kolonyalîst, têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî, statu, wekhevî û naskirina destûrî berdewam dike û dê bi rêya çand, ziman, gotin û stranên xwe dê her berdewam bike. Kurmancî li vir e…

Kurmancî here gelê Kurd û Kurdistaniyan…

15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

15.05.2026

{ "vars": { "account": "G-DX375LT0W1" }, "triggers": { "trackPageview": { "on": "visible", "request": "pageview" } } }