AMED / ÊLIH - Welatî û nûnerên saziyan ên li Amed û Êlihê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî axivîn, destnîşan kirin ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û bang li rayedaran kirin ku gavên hiqûqî werin avêtin.
Gelê Kurd ku bi salan e bi polîtîkayên bişaftin û înkarê re rûbirû maye, ji bo qebûlkirina zimanê xwe yê dayikê têkoşîna xwe bê navber didomîne. Tevî ku zimanê Kurdî di destûra bingehîn de nayê qebûlkirin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi qanûnan tê astengkirin, gelê Kurd daxwaz dike ku Tirkiye hem di qada qanûnî de vî mafî qebûl bike, hem jî astengiyên hiqûqî li ser peymanên navneteweyî rake. Ev daxwaz herî zêde di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de tên ziman.
Hevberdevkê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Emîn Gokdemîr, welatiya bi navê Eylem Yavuz û rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Arî (ARÎ-DER) Şînda Ayazgun daxwaz kirin ku Kurdî bibe zimanê fermî.
Gokdemîr diyar kir ku divê li hemû saziyên fermî û yên din ên li Tirkiyeyê zimanê Kurdî jî hebe û destnîşan kir ku Kurd tevî hemû astengiyan jî dev ji zimanê xwe bernadin. Gokdemîr bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de divê destûra bingehîn, qanûn û peymanên navneteweyî werin guhertin da ku di civakê de aramî pêk were. Lê tevî ku sal û nîveke ev pêvajo berdewam dike, hîn di destûr û qanûnan de guhertinek nehatiye kirin. Ev rewş jî di nav gel de dibe sedema bêhêvîbûn û bêbaweriyê. Em dixwazin 15’ê Gulana 2026’an bibe roja ku Kurdî gihîştiye statuya xwe ya qanûnî û wekî zimanê fermî û perwerdehiyê hatiye qebûlkirin.”
DAXWAZA JIYANÊ YA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Eylem Yavuz a ku beşdarî çalakiyên li Amedê bû, diyar kir ku jiyana bi zimanê dayikê dê pêşerojê ronî bike û wiha axivî: “Dema mirov nikaribe bi zimanê xwe biaxive, her tim di tarîtiyê de dimîne. Divê dê û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivîn da ku nifşên nû jî bi zimanê xwe mezin bibin.”
Huseyîn Bariş jî bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser çand û zimanê Kurdî û diyar kir ku qebûlkirina statuyê şert e.
‘DIVÊ HER MAL BIBE DIBISTANEK’
Rêvebera ARÎ-DER’ê Şînda Ayazgun destnîşan kir ku perwerdehiya ziman di malbatê de dest pê dike û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî di bin xetereyê de ye. Lewre ne zimanê perwerdehiyê ye û qadên perwerdeyê kêm in. Divê her mal bibe cihê perwerdehiyê û dê û bav bi vê hişmendiyê tevbigerin. Divê pêşî dev ji polîtîkayên înkarê were berdan. Ne tenê ji bo Kurdî, divê ji bo hemû zimanên dayikê statu were dayîn.”
Şînda Ayazgun di dawiyê de bang li gelê Êlihê kir ku beşdarî çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bibin.