AMED/BEDLÎS- Mamosteyên ziman û nûnerên saziyan diyar kirin ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu, divê Tirkiye dev ji polîtîkayên înkarê berde û verastkirinên destûra bingehîn pêk bîne.
Bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, îsal li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî ji aliyê saziyên ziman ve bi dirûşma “Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi zimanê dayikê” tên lidarxistin. Mamosteyê ziman û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) yê berê Rifat Ronî ku ji sala 2007’an vir ve ji bo zimanê Kurdî têdikoşe, Hevseroka Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) a Bedlîsê Emîne Bîçer û mamosteyê Kurdî Abdulhekîm Kartal, mijar nirxandin.
Ronî anî ziman ku divê Kurdî ji zarokistanan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statü û ev tişt got: “Ji damezrandina Komarê heta niha zimanê Kurdî, gelê Kurd û çanda Kurd her tim bi înkar û îmhayê re rûbirû ma. Gelê Kurd heta niha 28 caran tevgerên berxwedanê dane destpêkirin. Di bingeha van de Kurdî heye. Kevneşopiyeke berxwedanê ya ji bo Kurdî heye. Ev têkoşîna jiyanekê azad û nasnameyê ye. Heta ev daxwaz werin qebûlkirin dê têkoşîn bidome. Divê li ser bingeha destûra bingehîn biryarek were dayîn.”
DIVÊ TOREKÊ HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ WERE AVAKIRIN
Ronî destnîşan kir ku gelek ziman bi tunebûnê re rûbirû ne û wiha pê de çû: “Ziman rûmet, hebûn, jiyan û bi kurtasî her tiştê gelekî ye. Ya ku gelekî dike gel zimanê wî ye. Gelekî ku zimanê wî hatibe tune kirin, bi tunebûnê re rûbirû dimîne. Ji ber vê yekê divê ji bo pêşketina zimanê me, em her tim di nava çalakiyê de bin. Divê hemû sazî bi gel re ji bo pêşketina ziman torekê hevpar a têkoşînê ava bikin. Divê em zimanê xwe li her qada jiyanê belav bikin û pêşbixin. Heta niha ji aliyê dewletê ve di mijara ziman de û di gelek mijarên de gavên ku diviyabûn werin avêtin nehatine avêtin. Gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman, me jî ji komîsyonê re ragihand. Em li benda qebûlkirina daxwazên xwe ne. Gelê Kurd bi salan e ne dersa bijare, ji zarokistan heta zanîngehê perwerdehiya bi Kurdî dixwaze. Divê dewlet li gorî ruhê pêvajoyê gavan bihavêje. Nêzîkatiya li hemberî Kurdî, nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê ye.”
ROJAVA Û KURDÎ
Ronî bal kişand ser oto-asîmîlasyonê û wiha axivî: “Oto-asîmîlasyon di pêşiya Kurdî de metirsiya herî mezin e. Li Rojava 50 salan nasnameya Kurd û zimanê Kurd hat înkarkirin. Lê niha li Rojava 4 hezar dibistan, nêzî 40 hezar mamoste û 850 hezar xwendekar hene. Wekî Rojava, dewleta Tirk jî dê rojekê vê rastiyê qebûl bike. Divê dewlet tavilê daxwazên ji bo Kurdî qebûl bike û dawî li hişmendiya înkarê bîne.”
‘EM PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ XWE DIXWAZIN’
Hevseroka MEDYA-DER’ê Emîne Bîçerê jî destnîşan kir ku Kurdî hebûna gelê Kurd e û got: “Bi rêxistinkirinekî baş, divê em zimanê dayikê li hemû qadên jiyanê belav bikin.” Emîne Bîçerê ji bo meşa ku dê di 21’ê Sibatê de li Tetwanê were lidarxistin banga beşdarbûnê kir.
Mamosteyê ziman Abdulhekîm Kartal, girîngiya zimanê dayikê ya ji bo gelan bi van gotinan anî ziman: “Yên ku dê zimanê me bidin jiyîn em in. Ji ber vê yekê tişta herî girîng a ku divê em bikin têkoşîna li dijî asîmîlasyonê û rêgirtina li ber oto-asîmîlasyonê ye. Divê dewlet di vê pêvajoyê de tavilê ji bo statuya Kurdî gavan biavêje. Em ne ‘perwerdehiya ziman’, em bi perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê dê pêşiya zarokên li vir û pêşiya civakê vebike.”
MA / Fethî Balaman - Ceylan Şahînlî