NAVENDA NÛÇEYAN - NÛÇE TV a ku xwerû kanala Kurdî ye, dest bi weşanê kir.
Kanala nûçeyan a Kurdî NÛÇE TV di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kir. NÛÇE TV berî du rojan ragihandibû ku dê di Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê bike. Di daxuyaniyê de gotibû “Ekranek nû, rêwitiyek nû”.
TV’ê îro dest bi weşanê kir û ev bi gotina “Me destpê kir… PÎROZ BE” ragihand. NÛÇE TV dê li ser satalaytên Nilesat û Hotbirdê weşanê bike. Frekansê TV wiha ye: “Nilesat: 12687 H 27500, Hotbird: 11296 H 27500.”
Kaynak: https://mezopotamyaajansi44.com/kr/HEM-NCE/content/view/312252




