NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 316’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojnameya Xwebûnê ku 6 sal in weşanê dike, piştî hejmara 316’an weşana xwe dewrî rojnameya Azadiya Welat kir. Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya dawî de manşeta “Rêwîtî dê bi Azadiya Welat bidome” weşana xwe rawestand û weşan dewrî rojnameya Azadiya Welat kir. Rojnameyê di hêjmara dawî de cih da kurtejiyana rojnameger û nivîskarê enternasyonalîst Huseyîn Aykol ku jiyana xwe ji dest da û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo wî şandibû.
Rojnameyê di vê hejmarê de cih da pevpeyvîna ku Xecê Şen bi Alî Haydar Elyakût re li ser sosyalîzmê kiriye. Disa cih da gotarên nivîskar Cahît Kirkazak, Zinar Ronî, Medenî Ferho, Felemez Ulug, Ahmet Aktaş, Serdil Akdag, Cemîle Turhalli, Hogir Berbir û Veysî Varli.





