AMED - Dünya Anadil Günü deklarasyonunu açıklayan Kürt Dil Kurumları, “Kürtçeye statü, anadilde eğitim” talebiyle alanlarda olacaklarının mesajını verdi.

Kürt Dil Kurumları, 21 Şubat Dünya Anadil Günü Deklarasyonu’nu, Amed Büyükşehir Belediyesi Ali Emiri Konferans Salonu’nda açıkladı. Açıklamaya çok sayıda siyasi parti ile sivil toplum örgütü temsilcisi katıldı. Açıklamayı Kürtçe’nin Kırmanckî lehçesinde Kürt Edebiyatçılar Derneği’nden Stran Yaşar, Kurmancîsini ise Mezopotamya Dil ve Kültür Araştırma Derneği (MED-DER) üyesi Rıfat Roni okudu.

Açıklamada şu ifadelere yer verildi: “Dil, insanlar, halklar ve uluslar için; onur, kimlik ve varoluştur. Aynı zamanda, ulus olmanın temel unsurudur. İnsanlar dilleri aracılığıyla insan olurlar ve toplumlar dilleri aracılığıyla ulus olurlar. Aynı şekilde, insanlar ve toplumlar birbirlerinin değerlerine ve onurlarına saygı göstererek, kalıcı uyum ve birlikte yaşamanın temellerini inşa edebilir, geliştirebilir ve güvence altına alabilir; anadil eşitliğini, çeşitliliği, çok kültürlülüğü ve çok dilliliği tesis edebilirler.

21 ŞUBAT’IN HİKAYESİ

Bugün, 21 Şubat Dünya Anadil Günü'nü kutlamak için bir araya geldik. Elbette, halkların ve toplulukların dilleri için çok önemli olan bu günün ardında bir tarih ve hikaye var. Bu günün temelini, Bengal halkının (günümüz Bangladeş halkının) anadilleri için verdiği mücadele ve Dakka Üniversitesi öğrencilerinin tek dilli sistemi kırmak için yürüttüğü eylem kampanyası oluşturmuştur; bu da yok olma tehdidiyle karşı karşıya olan kültürleri ve dilleri korumak için bu günün temellerini oluşturmaktadır. Bu nedenle, 21 Şubat UNESCO tarafından Anadil Günü olarak ilan edilmiştir.

21’inci yüzyılda, Kürt halkı gibi dünyanın birçok ülkesindeki insanlar ve uluslar, kültürleri, dilleri ve kimlikleri için mücadele etmeye, kolektif haklarını talep etmeye ve ulusal değerleri ve onurları için büyük bedeller ödemeye devam etmektedir. Yüz yılı aşkın bir süredir Kürt halkı, Kürt halkının kültürüne, diline ve kimliğine karşı inkâr ve yıkım politikaları izleyen totaliter sisteme karşı direnmekte, kimlik haklarını talep etmekte ve Kürdistan, Türkiye ve dünyanın tüm halklarını dilsel statüleri ve hakları için mücadelelerini güçlendirmeye çağırmaktadır.

KÜRTÇE DİL FAALİYETLERİ

Kürt dili kurumları olarak, Kürt dilinin değerini ve saygınlığını koruma, geliştirme ve yükseltme duygusu, tutumu ve bilinciyle, anadilde eğitim taleplerimizle; 21 Şubat Dünya Anadil Günü çerçevesinde, ‘Kürtçeye statü-Kürtçe eğitim’ sloganıyla etkinliklerimi gerçekleştireceğiz. Paneller, yürüyüşler, bildiriler, tiyatro oyunları, filmler ve belgesel gösterimleri, kadınlar ve çocuklar için tiyatro oyunları gösterimleri, dengbêj geceleri, Kürt yazarların kitap imza programları gibi etkinliklerle Kürtçe dil faaliyetlerimizi gerçekleştireceğiz. Kürtçe dil eğitimi talebiyle merkezi noktalarda stantlar kurmak, Gülistan Dil Parkı'nı açmak, çok dilli konserler, forumlar ve belgeseller düzenlemek, dil ve kültür kurumlarıyla işbirliği içinde çok dilli konserler organize etmek, aileler için dil farkındalık seminerleri düzenlemek, stand-up gösterileri yapmak, Kurmanckî lehçesinin yok olmasını önlemek için UNESCO ve Milli Eğitim Bakanlığı'na mektuplar göndermek gibi çalışmalarımız olacak, anadil için çalışmalarımıza ve mücadelemize devam edeceğiz.

MÜCADELEMİZ SÜRECEK

Kürt dilinin anayasada kabul edilip, kanunla güvence altına alınıp, resmi dil haline gelip, okul öncesinden üniversiteye kadar eğitim dili olana kadar, Kürt halkının temel ulusal değerleri olan Kürt kültürünü, dilini ve kimliğini koruma, geliştirme ve güvence altına alma mücadelemizi kararlılıkla sürdüreceğimizi ve güçlendireceğimizin altını çiziyoruz.

Bundan böyle 21 Şubat Dünya Anadil Günü olarak kutlanacak; bu gün, Kürt diline tutkuyla bağlı ve sadık halkımız ve anadillerinde eğitim alma hakkından mahrum bırakılan dünyanın tüm ezilmiş halkları için mutlu bir gün olacak.”

Saziyên Zimanê Kurdî deklarasyona 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê aşkera kir û dan zanîn ku dê bi daxwaza “Statuya Kurdî-Perwerdeya bi zimanê Kurdî” li qadan bin.

Saziyên Zimanê Kurdî, Deklarasyona 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê aşkera kir. Deklarasyon, li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat aşkerakirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Ji Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Yaşar metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kirmanckî û endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî jî metna bi zaravayê Kurmancî xwend.

‘ZIMAN RÛMET, NASNAME Û HEBÛNA NETEWEYAN E’

Metna deklarasyonê wiha ye:

“Ziman, ji bo mirovan, gel û neteweyan rûmet e, nasname ye, hebûn e. Di heman demê de hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye. Mirov bi zimanê xwe dibin mirov gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe. Her wiha gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xuşk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bipêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin, wekheviya zimanê dayikê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin.

SERPÊHATIYA ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ

Em, îro bi sedema bername û plansaziya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatinê cem hev. Bêguman dîrokçe û çîroka vê roja ku ji bo zimanên gel civakan ewqas girîng e heye. Ew jî, têkoşîna gelê Bengal (Gelê welatê Bangladeşa vê demê) ya ji bo zimanê xwe yê dayikê, ye, ku têkoşîn û kampanyaya çalakiyan a xwendekarên Zanîngeha Dakkayê, di şikandina pergala yekparêz û yekzimanî de bûne hîmên bingehîn ên vê roja parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber vê jî, 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (UNESCO) yê ve hatiye qebûlkirin û îlankirin.

Di sedsala 21’emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê Kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kollektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin.

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNA JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ

Gelê Kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê Kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin.

DÊ BI DIRÛŞMA ‘STATUYA KURDÎ-PERWERDEYA BI KURDÎ’ LI QADAN BIN

Weke saziyên zimanê Kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê Kurdî, bi daxwazên xwe yên perwerdehiya bi zimanê dayikê, em ê, bi şiara ‘Statuya Kurdî-Perwerdeya bi Kurdî’ xebatên xwe yên zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bimeşînin û bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdehiya zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkariya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclisa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina windabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (UNESCO) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayîkê berdewam bikin.

HETA ZIMANÊ KURDÎ BI ZAGONAN MÎSOGER DIBE DÊ TÊKOŞÎN BIDOME

Em, careke din balê dikişînin û binê wê xêz dikin ku, heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya Kurdî, ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê Kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin. Statûya Kurdî-perwerdehiya bi Kurdî. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me hebûne me ye. Zimanê me nasnameya me ye. Bê ziman jiyan nabe.

‘Okullardaki şiddet münferit değil, sistem sorgulanmalı’
‘Okullardaki şiddet münferit değil, sistem sorgulanmalı’
İçeriği Görüntüle

Ji niha ve, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelê me yê dilxwaz û dilsozê zimanê Kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in pîroz be.”

Kaynak: https://mezopotamyaajansi44.com/tum-haberler/content/view/302272