AMED/ MED GÜNDEM- Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bila zarokên ku avjeniyê nizanin neminin” di havîna vê salê de kursên avjeniyê li dar xist û bi vî awayî bi hezaran zarok, jin û kesên astengdar bi birkên avê re hatin ba hev. Piştî bidawîbûna kursan, şahiyeke avjeniyê hate lidarxistin.

Bi hevkariya Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Klûba Oz Kayapinar Sporê yên Şaredariya Peyasê, kursên avjeniyê li birkên Anzele, Kupelî, Dîcle û Firatê ên di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşînin, heftê heft rojan bi hezaran kes beşdar bûn.

Pınar Mualla Saip: Her zaman barışın yanında olacağız
Pınar Mualla Saip: Her zaman barışın yanında olacağız
İçeriği Görüntüle

Piştî bidawîbûna kursan, şahiyeke avjeniyê hate organîzekirin. Di vê şahiyê de Hevşaredar Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê, zarokên ku beşdarî kursên avjeniyê bûn û malbatên wan beşdar bûn. Hevşaredar Dundar di axaftina xwe de destnîşan kir ku di vî warî de daxwaza zarok û jinan a ji bo avjeniyê, ji bo avakirina tesîsên nû tê teşwîqkirin û wiha got: “Xebatên me di vî warî de bê navber û li gorî daxwazan dê berdewam bikin.” Şahî bi pêşbaziyên avjeniyê ku merasîma ji bo kesên bi serketin û xelat wergirtin bi dawî bû.

Bi hezaran zarok hatin qeydkirin

Li birkên ser wê vekirî ya Firatê û Dicle’yê, 4200 keç û xortên ku xwe qeyd kiribûn, perwerdeya avjeniyê wergirtin. Herwiha li birka ser wê girtî ya Kupeliyê jî, heftê du rojan bi pergala veguhestinê ji 500 Evlerê 500 keç û xortan perwerdeya avjeniyê wergirtin. Ji bilî vê, 250 xwendekarên ku li saziyên perwerdeyê yên şaredariyê kurs didîtin jî tevlî perwerdehiya avjeniyê bûn.

Jin û Astengdar jî beşdar bûn

350 jinên ku beşdarî spora serê sibehê ya ku ji aliyê şaredariyê ve li tesîsên sporê û parkan tê kirin û jinên ji saziyên jinan; herwiha 50 zarokên astengdar jî bi birkên avê re hatin ba hev û avjenî kirin.