Güncel

KCDK-E’yê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KCDK-E'yê ji bo nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê li Swêdê koça dawî kir, peyama sersaxiyê weşand.

Abone Ol

NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê ji bo nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê li Swêdê koça dawî kir, peyama sersaxiyê weşand.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo nivîskar û zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ku koça dawî kir, peyama sersaxiyê da.

KCDK-E’yê di peyamê de wiha got: “Nivîskar û zimanzanê Kurd Mehemed Emîn Bozarslan ku demeke dirêj e li bajarê Uppsalay ê Swêdê jiyan dikir, jiyana xwe ji dest da. Nivîskar, zimanzan û wergervanç Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, di gelek xebatên ji bo nasname û çanda Kurd de cih girt û tevkariyên mezin kir.”

Di dewama peyamê de wiha hate gotin: “Bêyî ku tawiz jî nasname ya xwe çand, ziman û jiyana xwe bide, di nava têkoşînê de cih girt û xetekî bi rûmet meşand. Divê em vê wekî mamosteyê mezin ê ziman û wejeyê Kurdî bi nav bikin.

Ji ber xebatên xwe yên heja hat cezakirin û girtin. Ev zext bûn sedem ku di sala 1979’an de ji neçarî biçe derveyî welat. Di tevahiya dema xwe ya li Ewropayê de, xebatên akademîk û çandî bi biryardarî domandiye.

Me kesayetek girîng winda kir. Lê hemû ked, hewldan, berhem û hem nirxên ku wî li pey xwe hişt, wê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve were jiyanîkirin.

Em ji ber windakirina Mehmet Emîn Bozarslan xemgîn in. Em sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin.”

{ "vars": { "account": "G-DX375LT0W1" }, "triggers": { "trackPageview": { "on": "visible", "request": "pageview" } } }