Medya

Li Herêma Kurdistana TV'yên ku weşana dijbertiya Rojavayê dikin, hatin qedexekirin

Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistana Federe, weşana kanalên biyanî û Erebî ku piştevaniya êrişên li ser Rojavayê dikin, qedexe kir.

Abone Ol

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistana Federe, weşana kanalên biyanî û Erebî ku piştevaniya êrişên li ser Rojavayê dikin, qedexe kir.

Piştî ji aliyê sazî, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê banga qedexekirina weşana kanalên Erebî yên wek Al Jazeera, her du kanalên Al Arabiya û Al Arabiya Al Hadath û kanalên dewleta Tirk hate kirin, Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir ku piştevaniya komkujiya ji aliyê çeteyan ve li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, dikin.

Ji ber siyaseta wan a piştgiriya ji sûcên çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên dewleta Tirk û çeteyên Colanî yên li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Wezareta Çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir.

Piştî ku kanalên televîzyonê (Al Jazeera, Al Hadas, Al Arabiya û Sharqiya) û kanalên şerê taybet yên dewleta Tirk a dagirker piştgirî dan tawanên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê, çeteyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên dijî gelê Kurd, gelek aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê daxwaza girtina weşan û ofîsên van kanalan kirin.

Di vê çarçoveyê de Wezareta Çandê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe li ser daxwaza kesayet, sazî, rêxistin û aliyên cuda yên Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî qedexe kir.

{ "vars": { "account": "G-DX375LT0W1" }, "triggers": { "trackPageview": { "on": "visible", "request": "pageview" } } }