NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Welatî, ber bi qadê ve diherikin.
Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Welatiyên li Îdirê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne, cil û bergên Kurdî û herêmî li xwe kirine. Welatiyên hatin qadê, li ber stranan govendê digerînin û dirûşman berz dikin. Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome. Tê payin ku endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Îbrahîm Akin di pîrozbahiyê de biaxivin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê jî tevî hewayê sar jî bi hatina gel re dest pê kir. Pîrozbahî, li Gara Trenê tê lidarxistin. Welatî, li ber muzîkê govendê digerînin. Tê payin ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de biaxive.
Li Semsûrê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê ya bajar, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên Kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemiliye. Tê payin ku Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîl Celal Firat di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî dê hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derkevin ser dikê.
Pervîn Buldan: Em dikevin pêvajoyeke ku dê hevalên me yên girtî bên berdan

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newrozê ya Îdirê de axivî û got: “Em êdî dikevin pêvajoya ku dê hevalên me yên girtî bên berdan. Bi avêtina gavên pratîk re dê hevalên me bên berdan.”
Li Îdirê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Beşdarên jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî û herêmî tev li bûn. Tevî baranê jî tevlibûneke xurt hebû. Flamayên bi rengên kesk, sor û zer ên welatiyan bi xwe re anîn, bi hinceta “qedexe” hatin astengkirin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama Komîteya Amadekar a Newrozê Alya Akkuş axivî.
Li qadê gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di mitîngê de got: “Kurdan, li dijî derdorên wan tune dihesibînin û zilmê lê dikin, yekitiya xwe ya neteweyî ragihand. Kurdan hev girt û êdî kesek nikare yekitiya me xera bike. Li Rojhilata Navîn şer heye. Her kes dipirse, ‘gelo dê Kurd seknekî çawa raber bikin?’ Em jî li vir bi aşkerayî dibêjin; em ê di rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan diyar kiriye de bimeşin û azadiya xwe bi dest bixin. Helwesta me ev e.”
'NEWROZ DESTPÊKEKE NÛ YE’
Wekîlê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku Newroz destpêkeke nû ye, sembola serhildan û berxwedanê ye. Akin, ew bi berxwedana şoreşger Kawayê Hesinkar aştiyê ava dikin û got: “Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Bi înîsiyatîfa birêz OCalan deklarasyonek hate weşandin. Em dixwazin êdî il ser aştiyê biaxivin. Lewma ev pêvajo pir girîng e. Em ji vir hezaran silavan ji birêz Ocalan re dişînin. Em dixwazin xaka kesekî neyê dagirkirin û gel bi hev re azad bijîn.”
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re got û wiha domand: “Di serdana ewil de ez ê silavên we jî ji birêz Ocalan re bibêjim. Salih Muslim îro li Kobanê hate definkirin. Xwedê rehma xwe lê bike û serê gelê Kobanê û gelê Kurd sax be.”
SPASIYA HEMÛ AKTORÊN DI PÊVAJOYÊ DE CIH DIGIRIN KIR
Pervîn Buldanê, da zanîn ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de tune hatin hesibandin lê Kurdan tu caran dev ji daxwazkirina mafên xwe berneda. Pervîn Buldanê got ku êdî pêvajoyeke dê dayik êdî negirîn, zarokên wan nemirin dest pê kiriye. Pervîn Buldan ji ber pêvajoyê spasiya Bahçelî, Erdogan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû kesên di pêvajoyê de cih digirin kir û got êdî ketine serdemeke pêşengtî ji aştiyeke birûmet re tê kirin.
QANÛNÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Di berdewamê de Pervîn Buldanê destnîşan kir ku êdî derbasî qonaxeke nû bûne û dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Pervîn Buldan, wiha got: “Em dikevin pêvajoya qanûnên entegrasyona demokratîk. Ji bo ev bikeve meriyetê divê gavên şênber û pratîk bên avêtin. Ji bo vê em banga peywirê li Meclisê dikin. Çavê her kesî li gavên dê piştî cejnê bên avêtin. Em li bendê ne ku piştî rapora Komîsyona Meclisê hat, êdî bibin qanûn. Hewceye her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Em êdî dikevin pêvajoya ku hevalên me yên girtî tên berdan. Bi avêtina gavên pratîkî dê hevalên me azad bibin. Ji qeyûman heta gelek sernavên din bendewariyên me hene. Gelê Kurd dixwaze hemû mafên xwe bi dest bixe. Jin êdî naxwazin bên qetilkirin. Jin dê di vê pêvajoyê de mafên xwe bi dest bixin. Wekî birêz Ocalan jî got ‘Jin, hêza herî sereke ya pêvajoya entegrasyona demokratîk in.’ Em êdî şer naxwazin. Em dixwazin şerê li Îranê jî bisekine û muzareke bên destpêkirin. Aştî ji her tiştekî watedartir e.”
'PÊVAJO DÊ BI SERKEFTINÊ ENCAM BIBE’
Pervîn Buldanê got ku dê pêvajoyê bi serkeftinê encam bikin û got: “Em ji xwe bawerin ku dê aştiyê bînin welat. Newroz, dê bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre Koma Aryen derket se dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê domiya.
Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

Pîrozbahiya Newroza li Qersê, bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, li Qada Stasyonê hat pîrozkirin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî û herêmî, bi aksesura kesk, sor û zer hatin qadê. Bi sedan kesên li qadê kom bûn, dirûşm berz kirin, stran gotin û govend gerand. Germahiya hewayî ya bajar ket bin sifrê û berf dibariya lê dîsa jî welatiyan pîrozbahiya xwe domand. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Pîrozbahî, bi axaftinên endamên Komîteya Amadekar a Newrozê dest pê kirin û piştre jî Wekîlê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag axivî. Bozdag, ji ewil endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim bi bîr anî û got ku dê têkoşîna wî bidomînin. Bozdag, wiha domand: “Bila agirê Newrozê ji Rojava heta Rojhilat li her dera Kurdistanê belav bibe. Bila têkoşîna Kurdan domdar be. Kurdan, di her serdemê de li dijî zordariyê li ber xwe da û hêj jî li ber xwe didin. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, her wiha ji bo gelên cîhanê jî dibe hêvî. Ji Qersê em silavên xwe ji her cihê agirê Newrozê lê tê vêxistin.”
Piştî axaftinan, hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê. Pîrozbahî, bi guhdarîkirina muzikê û govendê bi dawî bû.
Li Semsûrê coşa Newrozê: Bê Serok jiyan nabe

Welatiyên Semsûrê yên agirê Newrozê vêxistin, qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û gelek caran dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.
Li Semsûrê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê ya bajar, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên Kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Girseyê li qadê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” berz kir.
‘AGIRÊ NEWROZÊ DÊ TIRKIYEYÊ RONÎ BIKE’
Agirê Newrozê di nav çepik û tililiyan hate hilkirin û piştre jî Wekîlê DEM Partiyê Celal Firat axivî. Firat, got: “Vê xakê hem di erdhejê de hem jî di êş û zilmê de li ber xwe da. Niha jî dê ji bo aştiyê li ber xwe bide. Newroz, ne tenê rojek e. Newroz, vegerîna tariyê ya ronahiyê ye. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî Dehak vêxistî ye. Ew agir dê îro her dera Tirkiyeyê ronî bike.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di serî de Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim bi bîr anî. Halîde Turkoglûyê, got ku hêvî û daxwaza herî mezin a gel aştî ye û got ku têkoşîna li dijî zext û zilmê ji Mazlum, Rahşan, Bêrîvan heta roja me hatî, îro li qadên Newrozê her kes gihandiye hev.
‘EV AGIR DÊ JI BO AZADIYÊ VÊKEVE’
Halîde Turkoglûyê anî ziman ku tu kesên di têkoşîna azadiyê de bedel dane dê neyên jibîrkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku yên rêya me ronî dikin û rêbertiyê ji me re dikin, ew nirxên me ne. Newroz, navê roja berxwedana gelên bindest a li dijî zalim û serdestan e. Anku berxwedan bi xwe ye. Agirê Newrozê yê ji Kawayan heta Mazluman gihiştî roja me ji me re dibêje; dê ji bo azadiyê her tim hil be. Dê her tim ji bo wekheviyê vêkevî be. Agirê me yê li dijî zilmê dê her tim geş be.”
Piştî axaftinan, hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê domiya.
Newroza Aydinê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû

Di pîrozbahiya Newrozê ya Efeler a Aydinê de bi dirûşman daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin. Wekîl Alî Bozan di pîrozbahiyê de got: “Ji Aydinê em hezaran silavan ji Girava îmraliyê re dişînin; silav ji te re ey Rêber Apo. Newroza te pîroz be birêz Ocalan.”
Li Taxa Yozgatli ya navçeya Efeler a Aydinê, Newroz hate pîrozkirin. Newroz, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” hat pîrozkirin. Jin, zarok û ciwanên bi cil û bergên Kurdî û herêmî hatin qada Newrozê, li ber stranan govend gerand. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Newroz", "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Aydinê Şukran Sari û Husnu Taş di pîrozbahiyê de axivîn. Piştre jî Wekîla DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û di serî de Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim bi bîr anî. Burcugul Çubukê bal kişand ser têkoşîna Zekiye Alan, Rahşan Demîral û kesên ji bo pîrozkirina Newrozê bedena xwe şewitandin. Burcugul Çubukê, bi domdarî îşaret bi şerê li Rojhilata Navîn kir û got ku ew hem mudaxileyên hêzên emperyal hem jî rejîmên dîktator û faşîst red dikin. Burcugul Çubukê got ku dost û hevrêyên wan, gel in, karker in û jin in.
'JI AYDINÊ SILAV JI ÎMRALIYÊ RE’
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî anî ziman ku heta 40-50 sal berê jî li Aydinê Kurd nebûn û wiha got: “Lê îro em qadeke ewqas mezin tije dikin. Dema em vê qadê tije dikin, Aydin dibe Kurdistan. Sêrt, Bedlîs, Mûş, Agirî û Wan li vir e. Îro tevahiya Kurdistanê li vir e.”
Di wê navberê de girseyê dirûşmên bi daxwaza fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kir û Bozan jî wiha besiv da: “Ji Aydinê, ji qada Newrozêhezar silav ji Girava Îmraliyê re; silav li te bin ey Rêber Apo. Newroza te pîroz be birêz Ocalan. Her wiha cejna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî pîroz be.”
Piştî axaftinan, hunermend Nûrcan Degîrmencî û hunermendên herêmî derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.




