AMED- Di peyvînên taybet de, beşdaran li ser statûya qanûnî ya zimanê Kurdî, astengên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê, rola rêveberiyên herêmî di siyasetên zimanî de, berpirsiyariyên civaka sivîl û pêşniyarên ji bo ku zimanê Kurdî di jiyana rojane de bêtir were bikaranîn, nêrînên xwe parve kirin.
Di peyvînan de herwiha bal hate kişandin ser têkoşîna hevpar, xwedîderketina civakî û girîngiya seferberiya zimanê ji bo parastin û veguheztina zimanê Kurdî bo nifşên pêşerojê.
Hemû peyvînên ku Rojnamevan Hamza Özkan bi Berdevka Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Demet Ceylan, zimannas û nivîskar Zana Farqînî, nivîskar-helbestvan, Sernûserê Giştî yê Kovara Destar û Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş re pêk anîne, dê bi tevahî li kanala YouTube ya Med Gündemê werin weşandin.