Nivîskar Îrfan Babaoğlu di stûna xwe ya îro de gotarek bi sernavê “Ziman û Sekna Kurd” nivîsand.

Ziman û Sekna Kurd

Dema ku Pakistan ji Hindistanê veqetiya, gelê Bengalî jî di nav sînorên Pakistanê de bû. Dewleta nû avabûyî ziman û alfabeya Bengalî nas nekir û qedexe li se anî. Gelê Bengalî, ku dilsozê ziman û çanda xwe bûn, Tevgera Ziman da destpêkirin. Di 21ê Sibata 1952an de, xwendekarên zanîngehê ji bo zimanê Bengalî meşiyan. Hêzên ewlehiyê yên dewletê gule li beşdaran reşandin, bi dehan xwendekarên zanîngehê kuştin û bi sedan kesên din birîndar kirin

Gelê Bengalî têkoşîna xwe ya li ser ziman û alfabeya xwe domand, di dawiyê de welatê xwe ji Pakistanê rizgar kir. Bi vî rengî, têkoşîna ji bo bidestxistina ziman û alfabeya xwe bû sedema azadiya siyasî ya welêt.

Ev mînaka yekem a li cîhanê bû.

Di sala 1999an de, UNESCO, saziyeke Neteweyên Yekbûyî(NY), 21ê Sibatê wekî "Roja Navneteweyî ya Zimanên Dayikê" nas kir, da ku xwendekarên ku di çalakiyên Tevgera Zimanê Bengalî de hatine kuştin bi bîr bîne. Ji sala 2000an vir ve, hemî welatên endamên NYyê Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê pîroz dikin.

Piştî 48 sal vê berxwedana girîng a gelê Bengalî, çima ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ew hate rojevê û weke biryar hat qebûl kirin? Heta sala 1999an, gelek welatên kolonî azadiya xwe bi dest xistibûn. Bi taybetî di salên 1960an de, gelên bindestan ên Asya, Afrîka û Amerîkaya Latînê, ku ji ziman, çand û alfabeya xwe bêpar bûn, êdî bi pirsgirêkek wisa re rû bi rû neman. Lê tevî vê pêşketinê, dewletên dîktator û faşîst, monolîtîk, ku bi xwe kolonîze an nîv-kolonîze bûn û girêdayî hêzên emperyalîst bûn, hîn jî li Rojhilata Navîn hebûn.

Mînaka herî mezin Kurdistan bû.

Welatê Kurdistanê, ku li dilê Rojhilata Navîn e, di destpêka sedsala 20an de ji hêla dewletên wiha ve hatibû bindest kirin. Zimanê wê hate qedexekirin û çanda wê li çar parçeyan hatibû wêran kirin. Gelê Kurd, di bin şert û mercên asîmîlasyon û veguherîna giran de, hebûn a xwe anî sedsala 21an.

Di sala 1999an de, Kurdistan di nav welatên pêşîn de bû ku Roja Zimanê Dayikê, ku ji hêla UNESCO ve hatî nas kirin, qebûl kir. Eger Kurdistan li ser zimanê xwe yê dayikê israr bike, wê ji her tiştî girîngtir bigire û wekî yek dengî îlan bike, wê demê sîstemên reaksiyoner ên ku sedsalek Rojhilata Navîn dorpêç kirine û êsîr kirine jî wê hilweşin.

Di destpêka salên 2000an de, li bakurê Kurdistanê agirbestek çar salî dihat jiyîn. Di Cotmeh û Mijdara 2002an de, xwendekarên li Stenbol û zanîngehên li seranserê Tirkiyeyê xwepêşandanên berfireh dan destpêkirin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin, mîna li Welatê Bengalê. Wan ji bo zimanê dayikê îmze berhev kirin û meş li dar xistin. Van çalakiyên aştiyane di medyaya neteweyî û navneteweyî de dengek berfireh vedan.

Dewletê bi tundî li xwendekaran reftar kir. Li dijî wan dozên berfireh da destpêkirin. Di demek kurt de, bi sedan xwendekarên Kurd ya zanîngehê hatin binçavkirin, girtin û ji dibistanê hatin dûr xistin.

Pêşveçûneke din a girîng, di sala ku Neteweyên Yekbûyî Roja Zimanê Dayikê qebûl kir şerê cîhanî yê nû hat plankirin. Ne ji rêzê bû ku wan bi hedefgirtina têkoşîna azadiya gelê Kurd dest pê kir. Rêzdar Öcalan, rêberekî siyasî, yê ku bandorek kûr li ser Kurdên li her çar beşên Kurdistanê dikir, di Sibata 1999an de di encama komployeke navneteweyî de hate revandin û radestî hikûmeta Enqerê kirin. Piştî vê yekê "Bihara Ereban", "Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" û di dawiyê de, bi hevpeymaniya DAIŞ, Tirkiye û HTŞ'ya cîhadîst a Sunnî aloziyeke nû dest pê kir.

Hikûmeta Enqere, ji bo pêşîlêgirtina mînaka gelê Bangalî, biryar da ku daxwazên xwendekaran “bi awayê xwe” bicîh bîne. Piştî sala 2003an, dersên bijarte yên ji bilî zimanên Tirkî anîn. Li Zanîngeha Artukluyê ji bo zimanên ji bilî Tirkî beşek ava kirin. Li ser TRTê kanalek Kurdî vekirin. Rê li ber Qûrsên taybet ên zimanê Kurdî vekirin. Rayedarên dewletê dizanîbûn ku bi eşkere ew nikarin li hember xwesteka ziman a herî rewa bisekinin. Ji ber vê yekê, wan bi taybetî bi taqtîkên derengxistinê, tedbîrên demkî û xapandinê tevgeriyan û tevlîkirina navê "Kurd" û "zimanê Kurdî" tu cara nexistin fermiyetê ango zagonên xwe.

Ev taktîkek klasîk a bi rêvebirina Tirkiyeyê bû!

Îro, daxwazek wisa li Rojava li ber cîhanê tê ravekirin. Li Rojava, pratîka "Yek dewlet, du gel, perwerdehiya bi zimanê dayikê" daxwazek normal û rewa ye. Mafê ziman û perwerdeyê bûye tiştek neçar li ser maseya hevpeymanê. Lê belê, hikûmeta Colanî, rasterast di bin destwerdana siyaseta Enqerê de, hewl dide ku bi taktîkên derengxistin û xapandinê, mîna rêbaza klasîk a Tirkiyeyê, rewşê veşêre û di qanûn û destûrê de cih negire!

Bi wesileya 21ê Sibatê 2026, îro çar aliyên welatê Kurdistanê, rastiyeke gelê Kurd derketiye holê ev e, ku israrkirina li ser zimanê Kurdî bi qasî israrkirina hebûn û azadiya xwe û ewlehiya xwe girîng e. Di dawiyê de, ev dê garantiya bingehîn a serkeftina siyasî, bicihkirina hin mafan di destûrê de û bidestxistina statuyê bibe. Gelê Kurd, ji rewşenbîr, ramanwer û siyasetmedaran, her takekesî, her partî û komeke rêxistinkirî di rewşekê wıha de tevbigere, helwest û sekna xwe ya li hember zimanê dayikê û zimanê neteweyî nîşan bide dê biserbikeve. Em ji bîr nekin ku, li ser navê hemû mirovahiya Cîhanê, îro ala zimanê dayikê di destê gelê Kurd de ye.

Roja Zimanê Dayikê Pîroz be!

18.02.2026